DOI: 10.55106/kurdiname.1417927 ISSN: 2687-5438

Bîyografîya Mele Ebdulletîfê Berwarî, Hekîmtîya Wî û Berhemên Wî

Ayhan Yıldız, Hanifi Taşkın
Mela Ebdulletîfê Berwarî li herêma Sêrtê û Wanê wekî alimekî edîb û hekîmekî gel dihê naskirin. Li ser berhemeke wî ya edebî-dînî xebateke akademîk hat kirin û wî di lîteratura edebîyata klasîk a Kurmancî da cih girt. Çi heye ku li ser binemal, bîyografî, berhem û hekîmtîya wî, xebatên dorfireh kêm bûn. Ji bo ku ev alîyên wî bi berfirehî dîyar bibin û ew jî digel berhemên xwe di dîroka edebîyata Kurmancî da cihê xwe yê taybet û xweser bigire, vê xebatê li ser binemal, bîyografî, berhem û alîyê wî yê hekîmtîyê dest bi lêkolîna qadî kir. Ji bo vê jî hevdîtin û mulaqat digel şexsê wî hatin kirin, berhemên wî hatin dîtin û xwandin û ji kesên derdora wî jî agadarîyên pêwîst wekî dane hatin komkirin. Li ber ronahîya van daneyan analîza kesayetîya wî ya edebî û hekîmtîya wî analîz hatin kirin. Di pey lêkolînê da dîyar bû ku Mela Ebdulletîf ji malbateke tebîetşair û alim e. Wî di serdema xwe da li cem alimên mezin ên medreseyên herêma Sêrtê îlmê medrese, tesewwuf û hekîmtîya nerîtî ya gel û hekîmtîya Îslamî tehsîl kirîye. Mela Ebdulletîf piştî qedandina tehsîlê, ji destê van aliman îcaze wergirtîye. Wî çawa ku xizmeta melatîyê kirîye, wekî hekîmekî dermandarîya Kurmancî jî xizmeta xelkê kirîye. Bi ser van de jî wî berhemên mezin jî li ser hekîmtîyê wergerandine Kurmancî. Ji bilî van xizmetan, wî bi zimanê Erebî û Kurdî berhemên edebî û dînî jî nivîsîne. Li ser bingeha berhemên wî yên edebî, îlmî û xizmetên wî, mirov digihîje wê qenaetê ku Mela Ebdulletîfê Berwarî, mîna Şêx Muşerrefê Xinûkî ku alimekî mutesewwuf bû, daye ser şopa edîbên herêma Sêrtê û cihê xwe di vê nerîta edebî da girtîye. Wî digel Dîwanek û mesnewîyekê, du pirtûkên li ser hekîmtîyê û pirtûkek jî li ser fiqha Îslamî nivîsîye. Bi vî awayê xwe yê berhemdarî û xizmetê, ji gelek alimên nerîta klasîk a medreseyan cıheki cîya girtîye.

More from our Archive